Heleb – SANA
Îro li Otela “Şîraton Heleb”, çalakîyên pêşangeha pispor a “Xan El-Herîr” ji bo cilûbergên mêran (havîna 2026an) dest pê kirin. Ev pêşangeh bi serpereştîya parêzgehê û bi rêkxistina odeya pîşesazîyê, ligel beşdarîya 40 kompanyên niştimanî hat lidarxistin.
Pêşangeha “Xan El-Herîr” rastî coşeke mezin ji alîyê bazirgan û pîşesazîyê ve hat. Beşdaran tekezî li ser kalîteya berhema navxweyî û şîyana wê ya hevrikîyê li ser asta navdewletî kirin. Her wiha, pêşangehê 800 serdanker bi mebesta danasîna pîşesazîya niştimanî û livandina tevgera bazirganî ber bi xwe ve kişandin.
Pêşangeha “Xan El-Herîr – Havîna 2026an” di nava du rojan de hewl dide piştgirîya pîşesazîya niştimanî bike, kalîteya cilûbergên Sûrî bide nasîn û bazarên nû veke. Odeya Pîşesazî ya Helebê her sal vê çalakîyê li dar dixe, ku “Motex Xan El-Herîr” li Şamê gera dawî ya rêkxistî bû.





