Şam-SANA
Wezareta Dadê ya Sûrîyê daxuyanîyeke fermî weşand û tê de bang li hemû dadgeh, beşên dadwerî û dîwanan kir ku divê bi temamî pabendî efûkirina kesên kêmendam bin ji xercî û sîgorteyên dadwerî di dozên ku li pêşberî dadgehan bi hemû cure û astên wan tên vekirin.
Wezaretê di daxuyanîya ku îro Înê hat belavkirin de tekez kir ku ev efûkirin wan kesên ku kêmendambûna wan bi “Karta Kêmendambûnê” hatiye piştrastkirin li xwe digire. Ev kart ji hêla Wezareta Kar û Karûbarên Civakî ve bi welatîyên Sûrîyê û kesên di hukmê wan de ne tê dayîn û wekî belgeya fermî ya pejirandî tê dîtin.
Wezaretê ji Îdareya Pişkandina Dadwerî û Parêzerên Giştî daxwaz kir ku çavdêrîya bicihkirina xalên daxuyanîyê bikin, pêngavên pêwîst ji bo şopandina sepandina rast a biryarê bavêjin û derbarê her binpêkirinekê de wezaretê agahdar bikin.