Hims – SANA
Jêdereke ewlehîyê ragihand ku dewrîyeke hêzên Ewlehîya Hundirîn êvara îro Înê, piştî gihîştina agahîyekê derbarê rûdanê, ji bo bidawîkirina şerekî li taxa El-Welîd a li bajarê Himsê destwerdan kir.
Jêderê di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê dîyar kir ku dema destwerdana dewrîyê, rûbirûyî gulebarana alîyekî şer bû, ev yek bû sedema derketina pevçûnekê û di encamê de du endamên dewrîyê birîndar bûn.
Jêderê her wiha got ku dewrîyê karî kesê gulebaran kiriye piştî birîndarbûna wî bigire, û destnîşan kir ku hemû birîndar ji bo wergirtina dermankirinê bo nexweşxaneyekê hatin veguhastin.