Şam-SANA
Wezareta Çandinîyê ya Sûrîyê belgenameyeke lihevkirinê ligel Navenda Ereban a ji bo Lêkolînên Herêmên Ziwa û Erdên Beyar (ACSAD) îmze kir. Armanca vê lihevkirinê avakirina navendeke lêkolînên çandinîyê li Idlibê ye, da ku sektora çandinîyê li parêzgehê û li seranserî Sûrîyê ji nû ve were vejandin û encamên lêkolînan ji welatên Ereban re werin veguhastin.
Belgename encamdana lêkolîn û ceribandinan di warên hilberîna şênkayî û ajalan de, belavkirina teknolojîyên nûjen ên çandinîyê, û afirandina coreyên ku berhemên wan zêde ne û li ber hişkesalîyê û guherînên keşûhewayê berxwedêr in, li xwe digire. Her wiha ev belgename programên baştirkirina genetîkî ya coreyên xwemalî yên mîh û bizinan, û pêşxistina warê tenduristîya ajalan li xwe digire. Lêçûna destpêkê ya projeyê nêzîkî 3 milyon dolarî ye û piştgirîya darayî dê ji hêla ACSAD ve were kirin.



