Şam-SANA
Wezîrê Çandinîyê Emced Bedir ligel şandeya kompanya Siûdî “Kingdom Design” rêyên hevkarîyê ji bo veberhênan, hilberîn û kirîn û firotina pemboyê Sûrîyê gotubêj kirin.
Wezîr tekezî li ser pêwîstîya berfirehkirina çandina pembo û pêşxistina kalîteya wî ya cîhanî kir, bi rêya bikaranîna teknolojîyên nûjen, avdana kêm-xerc û çinîna bi mekîneyan, ligel pabendbûna bi plana hilberînê û sîstema zanistî ya çandina berhemên cuda li pey hev.

Hêjayî gotinê ye ku ev kompanya xwedan serbor û pisporîyeke berfireh e, û herî dawî bi wezaretên Aborî û Pîşesazîyê re belgeyeke lihevkirinê îmze kiriye ji bo nûjenkirina pîşesazîya tekstîlê û veçirîna pembo, bi mebesta piştgirîya aborîya neteweyî.