Heseke-SANA
Şandeke Wezareta Aborî û Pîşesazîyê bi serokatîya Rêveberê Giştî yê Sazîya Sûrîyê ya Nanpêjgehan Mihemed Tariq El-Seyadî, ligel Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed, cîbicîkirina proseya yekkirina nanpêjgehên giştî û taybet di çarçoveya sîstema nû ya kar de gotûbêj kir.
Di civîna ku îro Duşemê li avahîya parêzgeha Hesekê hat lidarxistin, rewşa sektora nanpêjgehan li parêzgehê û qonaxên yekkirinê yên niha hatin nirxandin, bi awayekî ku beşdarî yekkirina rêkaran, bilindkirina asta kar û başkirina xizmetguzarîyên ji welatîyan re têne pêşkêşkirin bibe.
Her wiha her du alîyan pêngavên cîbicîkirinê yên bê û plana kar a qonax bi qonax gotûbêj kirin ji bo misogerkirina birêveçûna proseya yekkirinê û xurtkirina amadebaşîya nanpêjgehan, da ku aramî di berhemhênan û dabeşkirina nan de li deverên cuda yên parêzgehê pêk were.