Şam-SANA
Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan, di çarçoveya kampanya bi navê “Hişyarîya te di keda te de ye”, plana ragihandinê ya niştimanî ji bo hişyarkirina li hember şewatên zevîyên çandinîyê da destpêkirin. Armanca vê planê bilindkirina asta hişyarîya civakî li hember metirsîyên şewatan û xurtkirina tedbîrên xweparastinê ye, ji bo parastina werza çandinîyê û kêmkirina zirarên ku dibe bi nêzîkbûna dema dirûnê re biqewimin.
Rêveberê Bernameya Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Parastina Sivîl a Sûrîyê li wezaretê, Wisam Zeydan, di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê dîyar kir ku Sûrîyê îsal werzeke baranê ya awarte dît, ku ev yek bû sedema baştirbûna eşkere ya rûberê şînkayîyê û geşbûna zêde ya berhemên çandinîyê.

Zeydan destnîşan kir ku bi hatina werza havînê û hişkbûna gihayan re, ev şînkayîya zêde vediguhere jîngeheke ku zû agir pê dikeve. Ev yek jî egera derketina şewatan û belavbûna wan a bilez zêde dike, ku metirsîyê li ser berhemên çandinîyê, mal û milk û ewlehîya xwarinê çêdike.
Navhatî li dawîyê piştrast kir ku kampanya heta nîvê meha Hezîrana bê didome û di navbera 15 û 30ê Gulanê de dê giranîyê bide ser xebatên ragihandinê yên hûrbîn.
