Şam-SANA
Wezîrê Perwerdehîya Bilind û Lêkolînên Zanistî Merwan El-Helebî tekez kir ku ew bi awayekî rasterast û hûr, hemû dozên xwendekaran û pirsyar, pêşnîyar û têbînîyên ku bi rêya kanalên fermî û platformên cuda yên medyaya civakî digihêjin wezaretê, dişopîne.
Wezîr El-Helebî îro Duşemê di parvekirinekê de li ser rûpela xwe ya Facebookê destnîşan kir ku di çarçoveya vê girîngîdayînê de, wezaret xwe amade dike ku rapirsîyeke elektronî ya taybet bi dosyaya guhertina beşê bide destpêkirin, bi armanca ku hejmara xwendekarên ku dixwazin mifayê jê werbigirin bi hûrgilî were zanîn.
Navborî li dawîyê jî got: “Li gorî encamên rapirsîyê, dê biryara guncaw derbarê mekanîzmaya cîbicîkirinê de bê wergirtin, û hemû şert, rênima û rêkarên rêxistinî yên girêdayî guhertina beşê werin dîyarkirin, çi bi rêya pejirandina mufadeleyê be yan bi her mekanîzmayeke din be ku dadwerîyê pêk tîne.”