Şam-SANA
Serokê Desteya Giştî ya Balafirvanîya Sivîl û Veguhestina Esmanî Omer El-Huserî vekirina korîdorên esmanî yên başûr ên Sûrîyê û berdewamkirina liv û tevgera esmanî ji demjimêr 16:00ê êvara îro Duşemê ve ragihand, piştî ku nirxandinên teknîkî yên pêwîst bi dawî bûn.
El-Huserî di peyamekê de li ser platforma “X”ê dîyar kir ku karên li Balafirgeha Navdewletî ya Şamê bi awayekî asayî dest pê dikin. Wî tekez kir ku biryara vekirina qada esmanî piştî şopandineke berdewam a rewşê û nirxandineke berfireh a metirsîyan ji alîyê komîteya pispor ve û bi hevahengîya alîyên peywendîdar hat dayîn.
Navborî destnîşan kir ku Deste dê bi berdewamî çavdêrîya pêşhatên herêmî bike û hemû rêkarên pêwîst ji bo misogerkirina ewlehîya liv û tevgera balafirvanîya sivîl û geştên esmanî wergire.