Şam-SANA
Serokê Desteya Plandanîn û Amarê Enes Selîm, ligel Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û Rêveberê Herêmî yê Bernameya Geşepêdanê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) Ebdullah El-Derderî û şandeya pê re, rêyên xurtkirina hevkarîya hevbeş a di navbera her du alîyan de gotûbêj kirin.
Li gorî nûçeya ku Desteyê îro Înê li ser kanala xwe ya Telegramê belav kiriye, di hevdîtina ku li avahîya Desteyê li Şamê hat lidarxistin, nirxandineke berfireh ji bo qonaxa xebata borî ya derbarê bername û alîkarîyan de hat kirin, û plana xebata hevbeş a her du alîyan hat nirxandin.
Rêveberê Bernameya Geşepêdanê ya NY (UNDP) Alexander De Croo, duh Pêncşemê di parvekirineke xwe de li ser platforma “X”ê tekez kiribû ku Sûrîya piştî şer dikare bibe çîrokeke serkeftinê û bang li civaka navneteweyî kiribû ku ji bo zêdekirina piştgirîya geşepêdanê ji bo Sûrîyê bixebite.
