Şam – SANA
Wezareta Tenduristîyê ya Sûrîyê, tekez kir ku bi saya tedbîrên ku hatine girtin û hevkarîya bi Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanî re, hejmara tûşbûyên nexweşîya kulbûna kezebê ya cureyê (A) kêm bûye. Rêveberê Nexweşîyên Vegir dîyar kir ku mifteya parastinê di paqijîya giştî, şûştina dest û xwarinan, û bikaranîna ava vexwarinê ya ewle de ye.
Wezaretê bal kişand ser wê yekê ku dermanekî taybet û yekser ji bo vîrus tuneye; lewma tedbîra rewşê bi rêya bêhnvedan û xwarina baş tê kirin. Her wiha wezaretê li gundewarê Derayê destwerdaneke lezgîn pêk anî ku pakkirina avê û zêdekirina hişyarîyê tê de heye.
Hêjayî gotinê ye ku sedema vê nexweşîyê vîrus e, kesê tûşbûyî bi temamî jê sax dibe û berxwedaneke laş a mayinde li hember vê nexweşîyê bi dest dixe. Ev nexweşî bi piranî li wan derên ku derdê kêmbûna ava paqij dikşînin û xizmetên paqijîyê lê kêm in belav dibe.