Hims-SANA
Rêveberîya Tenduristîyê li parêzgeha Himsê, bi hevkarîya alîyên peywendîdar û civaka herêmî, rewşa epîdemîk li taxa El-Beyade ya bajêr dişopîne, piştî ku hejmarek rewşên gumanbar ên kulbûna kezebê ya vegir hatin tomarkirin û dîyar bû ku sedema wan qirêjbûna ava vexwarinê di yek ji kolanên taxê de ye.
Seroka Daîreya Bernameyên Tenduristîyê li Rêveberîya Tenduristîya Himsê Dr. Xedîr Silêbî di daxuyanîyekê de ji bo nûçegihanê SANAyê îro Sêşemê dîyar kir ku agahî bi rêveberîyê hatine dayîn derbarê hebûna rewşên kulbûna kezebê li taxa El-Beyadeyê û destnîşan jî kir ku rêveberî hemû nexweşîyên vegir li seranserî parêzgehê dişopîne û destnîşan dike.
Rêveberîya Tenduristîya Himsê tekez dike ku rewşa tenduristîyê kêlî bi kêlî tê şopandin, û navendên tenduristîyê bi tevahî amade ne her rewşekê pêşwazî bikin û dermankirinê bê beramber pêşkêş bikin; hevdem rêveberîyê bang kir ku ev mijar bi hûrbînî were girtin û ji mezinkirina medyayî ya bêbingeh were dûrketin.