Şam – SANA
Wezaretên Perwerdeya Bilind û Tenduristîyê îro Şemîyê mufadeleya yekbûyî ji bo derçûyên kolejên bijîşkî, diranan û dermanfiroşîyê ya sala 2025-2026an weşandin. Di ragihandinê de guhertina pîverên qebûlkirinê û zêdekirina hejmara kesên tên qebûlkirin hatine cihgirtin, da ku dadperwerî û wekhevîya derfetan were misogerkirin û berjewendîya perwerdehîyê ya xwendekaran pêk were.
Her du wezaretên Perwerdeya Bilind û Tenduristîyê maweya qeydkirina elektronîk ji bo mufadeleya bijîşkî ya yekbûyî bi rêya sepana taybet dîyar kirin, ku ew jî ji 16an heta 31ê Adarê ye.
Armanca vê mufadeleyê ew e ku derçûyan (bijîşkî, diranan, dermanfiroşî) li gorî pileyên serkeftinê, daxwaz û pêdivîyên rasteqîn li ser bernameyên perwerdeyê û nexweşxaneyan dabeş bike.