Şam-SANA
Rêveberê Tenduristîya Gundewarê Şamê Dr. Tewfîq Hesaba da xuyakirin ku encama dawî ya birîndarên teqîna Ceremanayê ya Gundewarê Şamê ya duh Pêncşemê, gihîşt 14 kesan.
Dr. Tewfîq Hesaba da zanîn ku 7 birîndar ji bo Nexweşxaneya Şamê haine birin û dîyar jî kir ku rewşa sê birîndaran metirsîdar e û hewcedarî maytêkirina neşterkarî ye, her wiha tekez kir ku tu kesên mirî nehatine tomarkirin.
Hesaba di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê zelal kir ku piştî ku birîndar gihîştin Nexweşxaneya Şamê û rewşa wan hat şopandin, dîyar bû ku ew parçeyên laş ên ku ji Nexweşxaneya El-Radî bi rêya Parastina Sivîl ji bo Bijîşkîya Dadwerî ya Nexweşxaneya El-Miwasatê hatibûn birin, ne yên kesên mirî, belê yên birîndarên li Nexweşxaneya El-Muctehidê bûn.
Navborî anî ziman ku ew parçe sê endamên laş bûn û di nav endamekî tevahî hebû, ku di destpêkê de wekî parçeyên mirovên mirî hatibûn hesibandin, lê piştî kontrol û şopandina bijîşkî derket holê ku ew encama birîndarbûnê ne.
Wî destnîşan kir ku xwedîyên wan parçeyan vêga li Nexweşxaneya Şamê di bin neştergerîyan de ne.
Ji hêla xwe ve, Alîkarê Rêveberê Giştî yê Karûbarên Bijîşkî li nexweşxaneyê, Dr. Mihemed Bekrî got: Birînên ku gihîştine nexweşxaneyê ji ber teqînê ne û di astên cuda cuda de ne.
Dr. Bekirî dîyar kir ku nexweşxaneyê berê agahî ji Heyva Sor wergirtibû, lewra kadroyên beşê hawarçûnê, odeyên neştergerîyê û navendên çavdêrîya zêde amade bûn, û nexweşan tavilê maytêkirina pêwîst wergirt.










