Şam – SANA
Wezîrê Karên Giştî û Niştecîkirinê Mistefa Ebdilrezaq li gel Cîgirê Wezîrê Jîngeh, Bajarvanî û Guhertina Keşûhewayê yê Tirkîyê Omer Bulut û şandeya pê re, asoyên hevkarîya dualî di warên avakirina xanîyan, jinûveavakirin û plansazîya bajarvanî de gotûbêj kirin.
Di hevdîtinekê de ku îro Duşemê li avahîya wezaretê li Şamê hat lidarxistin, Wezîr Ebdilrezaq pêdivîya zêde ya xanîyan li Sûrîyê ku bi nêzîkî du milyon xanîyan tê texmînkirin pêşkêş kir.

Tekez jî kir ku arasteya wezaretê ber bi plansazkirina nû ya deverên zirardîtî û sûdwergirtina herî baş ji zevîyên dewletê ve ye, bi rêya hevkarîyên ku bibin sedema dabînkirina xanîyan ji bo hemû çînên civakê, nemaze kesên kêmdahat.

Wezîr Ebdilrezaq balpêdana wezaretê nîşan da ji bo mifawergirtina ji ezmûna Tirkîyê, bi taybetî ezmûna Sazîya Xanîyên Komî ya Tirkîyê (TOKI) û şirketa “Emlak Konut”, ligel ezmûna Rêveberîya Giştî ya Karûbarên Avahîsazîyê ya Tirkîyê, bi rêya veguhestina van şarezayîyan bo Sazîya Giştî ya Niştecîkirinê û Sazîya Avahîsazî û Çêkirinê ya Sûrîyê (SEBCO).
