Hesekê-SANA
Ofîsa Cîbicîkar a parêzgeha Hesekê, îro civîna xwe ya yekem bi serokatîya Parêzgar Nûredîn Ehmed li dar xist, bi armanca birêxistina karê kargerî û xurtkirina hevahengîyê di navbera sektorên cuda cuda de, bi awayekî ku beşdarî bilindkirina asta performansa xizmetguzarîyê bibe û belavkirina erkan li ser endamên ofîsê li gorî pisporîyên wan pêk bîne.
Civînê mekanîzmayên birêxistina kar di nava Ofîsa Cîbicîkar de û pêşgavîyên qonaxa bê gotûbêj kirin, bi rengekî ku di bilindkirina asta performansa kargerî û xizmetguzarîyê de bibe alîkar, her wiha xurtkirina hetemamî û hevahengîyê di navbera sektorên cuda cuda de pêk bîne.
Wekî din jî, erk û berpirsyarî li ser endamên desteya rêveber hatin dabeşkirin û dosyayên kar li gorî pisporîya her endamekî hatin diyarkirin. Ev gav zelalîya berpirsyarîyê misoger dike, şopandina kar hêsan dike, çareserkirina pirsgirêk û pêdivîyan lezdartir dike û karîgerîya pêkanîna erkan zêde dike.
Beşdarên civînê tekezî li ser girîngîya yekkirina hewldanan û xurtkirina pêwendî û hevahengîyê di navbera endamên Ofîsa Cîbicîkar de kirin, bi rengekî ku xizmeta berjewendîya giştî bike, û di baştirkirina asta xizmetguzarî û performansa kargerî de, ligel bersivdana hewcedarîyên welatîyan li parêzgeha Hesekê bibe alîkar.