Şam-SANA
Wezîrê Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan Raid El-Salih, tekez kir ku wezaret kar ji bo piştgirîya proseya perwerdeyê û amadekirina şert û mercên guncaw ji bo xwendekaran dike, di çarçoveya mersûma serokatîyê de ya ku xuleke ezmûnê ya awarte ji bo xwendekarên parêzgeha Siwêdayê ya her du bawernameyên Perwerdeya Bingehîn û ya Amadehî re dabîn dike.
Wezîr El-Salih di nivîsekê de li ser platforma “X”ê, duh Pêncşemê, ragihand ku tîmên wezaretê bi hevahengîya ligel parêzgeha Siwêdayê û Wezareta Perwerde û Hînkirinê, dest bi karên amadekirin, paqijkirin û şûştina navendên ezmûnê, veguhestina pêdivîyên pêwîst ji bo wan navendan kiriye, bi awayekî ku alîkarîyê di peydakirina jîngeheke ezmûnê ya guncaw û ewle de ji bo xwendekaran bike.
Wezîr El-Salih hêvîya serkeftinê ji bo xwendekaran xwest, her wiha hêvî kir ku ev xule bibe gaveke nû li ser rêya pêkhatina daxwaz û xewnên wan.


