Hims-SANA
Desteya Giştî ya Dergeh û Gumrikan, bi lezgînîyeke mezin di cîbicîkirina karên nûjenkirin û berfirehkirina dergehê sînorî yê El-Debûsîyê de li gundewarê Himsê berdewam e, di çarçoveya planeke tekûz de ji bo geşepêdana binesazîya wê û bilindkirina amadeyîya wê ya karkirinê, wek amadekarîyekê ji bo jinûvevekirina wê û xistina wê di xizmetê de di meha Îlona bê de.
Desteyê li ser kanala xwe ya Telegramê, dîyar kir ku karên heyî temamkirina nûjenkirina pira dergeh ya ku ketiye qonaxên xwe yên dawî li xwe digirin, ji bilî nûjenkirina avahî, xizmetguzarî û rêyan, bi awayekî ku beşdarîyê di baştirkirina ketwarê kar de bike û binesazîyeke xizmetguzarîyê ya pêşketî ku pêdivîyên karkirinê pêk tîne, dabîn bike.