Quneytira- SANA
Hêzên dagirkerîya Îsraîlê îro Pêncşemê ketin gundê Semedanîya Rojhilatî li bakurê gundewarê Quneytirayê.
Nûçegihanê SANAyê yê li Quneytirayê ragihand ku hêzeke dagirkerîyê ku ji du otomobêlên leşkerî pêk dihat, rêbendeke demkî li deverê danî û dest bi pişkinîna derbasbûyan kir, û vê dawîyê bi paş ve kişîya.
Duho jî, hêzeke dagirkerîyê ku ji çend otombêlên leşkerî pêk dihat ketibû zevîyê Besalî li başûrê gundewarê Quneytirayê, û piştî ku di nav malên gel de belav bûbû ciwanek girtibû û çend mal teftîş kiribûn, dûvre ber bi zevîya Um El-Luqis ve çûbû û ciwanekî din girtibû, berî ku piştî çend saetan her duyan berde.
Îsraîl êrîş û binpêkirinên xwe yên li dijî Peymana Veqetandina Pevçûnê ya sala 1974an, bi ketina başûrê Sûrîyê, êrîşîkirina li ser welatîyan bi rêya biserdegirtin û girtinan, û kolandina erdan û avêtina topan berdewam dike.
Sûrîye berdewam doza derketina hêzên dagirker ji erda xwe dike, tekez dike ku hemû tedbîrên Îsraîlê yên li başûrê Sûrîyê pûç û betal in, li gorî qanûna navdewletî tu bandora wê ya qanûnî tuneye, û bang civaka navdewletî dike ku berpirsyarîya xwe bi cih bîne, pêşî li kiryarên dagirkerîyê bigire û wê mecbûr bike ku ji tevahîya başûrê Sûrîyê vekişe.