Şam-SANA
Wezareta Peywendî û Teknolojîyayê vegera xizmetên peywendî û înternetê bo rewşa asayî ragihand, piştî bidawîkirina çakkirina zîyanên ku gihîştibûn kabloyên ronahîyê (FOC) yên di navbera Şam û Himsê de, ku bûbûn sedema qutbûnên berfireh û daketina kalîteya xizmetê li hin parêzgehan.
Wezaretê di daxuyanîyekê de ku îro Yekşemê li ser kanala xwe ya Telegramê belav kir, got: “Piştî çareserkirina xerabûna ku ji ber êrîşeke li ser jêrxaneya peywendîyan pêk hatibû, torê gav bi gav karê xwe vegerand.” Wezaretê tekez kir ku niha xizmet bi awayekî asayî kar dike.
Wezaretê amaje pê kir ku wan ji şirketên kargêr re ragihandiye ku divê di cih de beşdarên xwe ji her xerabûn an rewşên awarte yên ku bandorê li xizmetê dikin agahdar bikin. Her wiha destnîşan kir ku agahdarkirina kiryaran li ser sedemên qutbûnê û dema ku ji bo çakkirinê tê pêşbînîkirin, pabendîyeke bingehîn e.