Şam-SANA
Rêveberê Navenda Rewşa Medenî li Reqayê, Ehmed El-Hesen, vekirina navendê bi awayekî beşekî ragihand. Armanc ji vê gavê kêmkirina zehmetîyên xelkê û hêsankirina bidestxistina belgeyên fermî ye, da ku welatî neçar nebin ji bo karûbarên xwe serdana parêzgehên din bikin.
El-Hesen di daxuyanîyekê de ji bo peyamnêrê SANAyê dîyar kir ku vekirina navendê wekî bersivekê ji bo daxwazên xelkê hat, da ku barê giran ê çûn û hatina derveyî parêzgehê ji bo derxistina kaxezên nifûsê kêm bibe.
Li dawîyê jî, El-Hesen destnîşan kir ku di hundirê navendê de beşekî taybet ji bo “regeznamekirina Kurdên mektûm” (Kurdên ku qeyda wan nebû) hatîye vekirin. Ev gav bi armanca çareserkirina rewşa wan a yasayî û hêsankirina qeydkirina wan di kaxezên fermî de hat avêtin.




