Dêrezor-SANA
Îro Şemîyê, leşkerekî Artêşa Erebî ya Sûrîyê şehîd bû û du leşkerên din birîndar bûn, piştî ku li rojhilatê Dêrezorê rastî êrîşeke nemerdane hatin.
Rêveberîya Ragihandin û Têkilîyan a Wezareta Berevanîyê ji SANAyê re dîyar kir ku leşker li bajarokê Cedîd Bekara yê li rojhilatê Dêrezorê ji alîyê kesên nenas ve rastî êrîşeke nemerdane hatin, ku di encamê de yek ji wan şehîd bû û du kesên din birîndar bûn.