Heseke-SANA
Şanda Serokatîyê ya ku ji Mamoste Ehmed El-Hîlalî û Dr. Mistefa Ebdî pêk dihat, ligel tîmeke teknîkî ya Desteya Giştî ya Dergeh û Gumrikan, gihîşt dergehê sînorî yê Sêmalkayê yê bi Herêma Kurdistana Iraqê re li devera Dêrikê li gundewarê Hesekê.
Ev serdan di çarçoveya çavdêrîya rasterast a li ser amadekarîyên tevlîkirina dergeh di nav rêveberîyên Dewleta Sûrîyê de pêk hat.
Ev serdan di çarçoveya wan rêze pêngavan de tê ku Şanda Serokatîyê bi rê ve dibe, wekî alîyê rayedar ji bo serpereştî û şopandina dosyaya tevlîbûnê ligel Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD).
Armanca serdanê bi rêya tîma teknîkî, pêkanîna nirxandinên teknîkî û îdarî yên pêwîst e, ligel danîna mekanîzmayên cîbicîkirinê da ku veguhastineke birêkûpêk û temam a sazîyan di nav avahîya fermî ya dewletê de were misogerkirin.




