Şam-SANA
Rêveberîya Ewlehîya Navxweyî li bajarê Tertûsê, bi hevkarîya Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê, her sê kesên bi navê Elî Zuhêr Idrîs, Emar Medîn Yûsif û Mûsa Mezher Meya girtin; piştî ku tevlîbûna wan di plankirin û amadekirina karên terorîstî de ku ewlehîya parêzgehê û silametîya welatîyên wê dikirin armanc, hate piştrastkirin.
Wezareta Navxwe di daxuyanîyekê de li ser kanala xwe ya Telegramê îro Şemîyê dîyar kir ku proseya girtina van kesan li ser bingeha agahîyên îstîxbaratî yên hûrbîn pêk hat ku piştrast kirin ku kesê bi navê Elî serkêşîya komeke terorîst dike ku girêdayî paşmakên rejîma revîyay ye.
Fermandarîya Ewlehîya Navxwe li parêzgeha Tertûsê xebatên xwe ji bo parastina ewlehî û aramîya herêmê berdewam dike, û her kesê ku hewl dide destdirêjîyê bibe ser pergala giştî yan jî gefê li aştîya civakî bixwe, dişopîne.






