Şam-SANA
Wezareta Enerjîyê ragihand ku pêla nû ya herikîna ava çemê Firatê ya 1600 m³, niha dest bi derbasbûna sînorên îdarî yên parêzgeha Dêrezorê ji devera Cezratê kiriye, ku ev yek dê bibe sedema bilindbûna asta ava çem ji 70 – 100 cm.
Wezaretê di daxuyanîyekê de ku kopîyek jê gihîşt SANAyê, zelal kir ku pêla nû ya ava çemê Firatê dê nêzîkî saet 10ê îşev Pêncşemê digihêje lûtkera xwe, û bang li berpirsên hemû alîyan kir ku tedbîrên xweparastinê wergirin.
Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan a Sûrîyê îro Pêncşemê karên xurtkirina beşa zirardîtî a pira El-Eşareyê li gundewarê rojhilatê Dêrezorê, bi rêya bikaranîna tibabên zêdetir ên kevir û kavilan wekî bersivdaneke meydanî ya bilez li nêzî pirê ragihand, ev yek jî ji ber bilindbûna asta ava çemê Firatê pêk hat.