Şam-SANA
Di nav kolanên kevn de li taxa Salihîyê li Şamê, û li quntara başûr-rojhilatê çîyayê Qasîyûnê, Mizgefta Henbelîyan wekî yek ji berbiçavtirîn şahidên mîmarî yên serdema Eyûbî radiweste, ku bi şêwaza avakirina xwe taybetmendîyên girîng ên pêşketina mîmarîya mizgeftan li Bîlad El-Şam radixe ber çavan, û hevsengîya di navbera erkê olî û rêkxistina mîmarî ya cihan de di çarçoveya şêwaza Şamî ya Îslamî ya kevneşopî de nîşan dide.
Mizgeft bi çend navan hatiye naskirin, ji wan “Mizgefta Muzeferî” li ser navê Mîr Muzefereddîn Kokeburî, û “Mizgefta Çîyayî” ji ber girêdana bi cihê xwe yê cografî ve. Her wiha hin lêkolîner û şênîyên Salihîyê wê bi navê “Umewîya Biçûk” bi nav dikin, ji ber taybetmendîyên mîmarî yên ku ji kevneşopîyên kevn ên Şamî wergirtine.
Dema ku yek serdana mizgeftê dike, hûrgilîyên cihan hêdî hêdî eşkere dibin; ji eywanên banîkirî yên li ser stûnên kevirî, heta mîhraba ku bi muqernesatan (nexşên mîmarî yên îslamî ku dişibin şaneyên mêşên hingiv) û nexşên nebatî hatiye xemilandin, heta digihîje mînbera darîn a ku hîn jî şahidê jêhatîya pîşekarên Şamî ya berî çend sedsalan e, da ku mizgeft wekî qadeke ku îbadet, zanist û bîranînê digihîne hev, bimîne.
Plansazîya Mîmarî
Lêkolînerê kelepora Erebî û Îslamî Mihemed Salih El-Me’erawî di daxuyanîyekê de ji SANAyê re dîyar dike ku: Mizgefta Henbelîyan li gorî plansazîya kevneşopî ya mizgeftên Îslamî hatiye avakirin; ji ber ku ew ji hewşeke navendî ya vekirî pêk tê ku li navenda wê hewzeke destnimêjê heye, û tevgera nimêjkeran birêkûpêk dike û nimêjkeran di demên nimêjên cemaetê û xelekên zanistê de dihewîne. Li dora vê hewşê eywanên banîkirî hene ku li ser stûnên kevirî û herema nimêjê disekinin, ku ev yek aheng û bedewîya mîmarîya Şamî ya Îslamî radixe ber çavan.
Sîstema Avakirinê
El-Me’erawî destnîşan dike ku banê herema mizgeftê li ser sîstemeke avakirinê ya pir baş hatiye avakirin, ji ber ku ew li ser sê banên darîn ên sêgoşeyî (banên sêgoşe yên xwar ji bo derxistina baran û berfê) tê dabeşkirin, û ji bo parastina wan ji baranê, tebeqeyên kevneşopî yên îzolasyonê wan dinixumînin, di heman demê de ban li ser kevanên kevirî û stûnên stûr radiweste ku rê dide nixumandina qadên berfireh bêyî hewcedarîya bi qubeyan, ku ev yek firehî û zelalîyeke dîtbarî dide heremê.
Her wiha balê dikişîne ser wê yekê ku ev şêwaz bi kevneşopîyên banên darîn ên di mîmarîya Şamî de naskirî, ji wan jî Mizgefta Umewî, yek digire; ev yek berdewamîya şêwazên avakirina herêmî di serdema Eyûbî de nîşan dide.
Derbarê hêmanên mîmarî yên di mizgeftê de jî, ew zelal dike ku mîhraba mizgeftê di dîwarê qibleyê de xala bingehîn a dîtbarî pêk tîne, û li gorî şêwaza Eyûbî ya Şamî bi nîv-qubeyeke muqernesatên kevirî hatiye xemilandin, ku ev yek kûrahîyeke bedewîyeke eşkere didiyê.
Wiha pê de diçe û dibêje: Mîhrab bi du stûnên kevirî yên ku nîv-qubeya muqernesî û kevanê jorîn ê bi hûnandîyên kevirî nexişandî hildigirin, tê destnîşankirin; li ser wan tacên nebatî yên ji pelên Eqansayê (Acanthus) yên bi pelên mezin û dirandar îlhama xwe girtine hene, ku yek ji nexşên berbelav e di mîmarîya Şamê de.
Mînbera Darîn
Mînbera darîn wekî yek ji berbiçavtirîn hêmanên mizgeftê tê hesibandin, ji ber ku nivîsa li ser rûyê wê hatiye neqşkirin eşkere dike ku çêkirina wê vedigere sala 604an a koçî bi fermana Mîr Muzeferedîn Kokeburî, ku ev yek wê dike yek ji kevintirîn mînberên darîn ên mayî li Şamê.
Mînber bi nexşên nebatî yên Eyûbî û dagirtinên geometrîk ên hûrbîn, tevî şêweyên xetên Erebî yên neqşkirî tê naskirin, û bi awayê têkilîya darîn bêyî bikaranîna zeliqok an bizmaran hatiye çêkirin, ku ev yek asta pîşesazîya pêşketî ya hunerên necarîyê di mîmarîya Îslamî de radixe ber çavan.
Paceyeke Gêçî ya Kêmpeyda
Ji hêmanên mayî yên di mizgeftê de paceyeke gêçî (Cesî) ye ku vedigere her du serdemên Nûredînî û Eyûbî, û bi nexşên nebatî yên kêmpeyda yên ku bedewîyên hunera Îslamî di wê qonaxê de derdixin pêş, tê naskirin.
El-Meerawî tekez dike ku girîngîya Mizgefta Henbelîyan ne tenê di hêmanên wê yên mîmarî dimîne, lê di hevsengîya ku di navbera hewş, herem û eywanan de di çarçoveya pêkhateyeke mîmarî ya yekgirtî de pêk tîne de ye, ku rola mizgeftê wekî qadeke gîyanî, zanistî û civakî di heman demê de nîşan dide.
Kevntirîn Çîrokên Dîrokî
Ji alîyê xwe ve, lêkolînerê dîrok û şaristanîya Îslamî Hazim Cewher destnîşan dike ku kevntirîn nûçeyên ku li ser mizgeftê gihîştine, ji alîyê Îbn Kesîr ve di bûyerên sala 598an a koçî de tîne ziman, ku tê de qala destpêkirina Şêx Ebû Umer El-Meqdisî di avakirina wê de kiriye; ev çîrok paşê ji alîyê Ebdulqadir El-Nueymî di pirtûkên wî yên li ser dibistan û mizgeftên Şamê de hatiye piştrastkirin.
Cewher jî her wiha dibêje: Mizgeft bi çend navên ku xwedî wateyên dîrokî û cografî yên cuda hatiye naskirin, ji wan “Mizgefta Muzeferî” li ser navê Kokeburî, û “Mizgefta Henbelîyan” ji ber girêdana weqfa wê bi alîgirên mezhebê Henbelî ve, tevî “Mizgefta Çîyayî” ya ku bi cihê wê yê li ser quntara Qasîyûnê ve girêdayî ye.
Têkilîya wê bi Taxa Salihîyê re
Mizgefta Henbelîyan bi avabûna taxa Salihîyê ve girêdayî bû, ji ber ku lêkolînerê kelepora gelêrî û dîroka Şamî Muhyîdîn Qerinfule zelal dike ku tax li dora kombûna zanyarên Henbelî yên ku ji Qudsê hatine, û di serî de Malbata Qudame, hatiye damezirandin, ku ev yek mizgeftê dike navendeke olî û zanistî ya berbiçav û sembolek ji bo nasnameya civakî ya Salihîyê.
Qerinfule amaje bi wê yekê kir ku Mizgefta Henbelîyan di bîra gelêrî ya Şamî de xwedî pêgeheke taybet e, ji ber girêdana wê bi rewşa aramî, rêzdarî, xelekên zanistê û şêwaza Eyûbî ya kevneşopî ve; wî destnîşan kir ku hin şênîyên Salihîyê navê “Umewîya Biçûk” lê kirine ji ber ku taybetmendîyên mîmarî û gîyanî yên ku Mizgefta Umewî bi bîr tînin, hildigire.
Wiha pê de çû û got: Tê pêşbînîkirin ku kevirên di avakirina mizgeftê de hatine bikaranîn ji quntarên çîyayê Qasîyûnê hatine derxistin, wekî gelek avahîyên dîrokî yên Salihîyê yên ku ji kevirê herêmî hatine lêkirin, ku ev yek nûnertîya wê girêdana wijdanî ya di navbera mizgeft û çîyayî de dike, û her wiha têkilîya di navbera cih, zanist û nasnameya dîrokî ya Salihîyê de nîşan dide.
Heta îro jî Mizgefta Henbelîyan wekî yek ji berbiçavtirîn cihên dîrokî yên Salihîyê, û şahidê geşbûna mîmarîya Eyûbî û berdewamîya hebûna zanistî û gîyanî ya Şamê di nava sedsalan de dimîne.


