Şam-SANA
Berdevkê Wezareta Hundir Nûredîn El-Baba tekez kir ku dewleta Sûrîyê xebatên xwe bi biryardarî berdewam dike ji bo şopandina kesên ji dadwerîyê revîyayî. El-Baba destnîşan kir ku her alîyekî ku sûc li dijî Sûrîyan kiribe, dê ji hesabpirsîna qanûnî nefilite.
El-Baba îro Duşemê li ser platforma (X)ê dîyar kir; ku bawerîya ku sûc dikarin werin jibîrkirin an rûpela wan were girtin, xeyal e. Navborî eşkere kir ku sazîyên dewletê bi şev û roj dixebitin da ku kesên têkildar pêşkêşî dadgehên pispor bikin û darizandinên dadperwer pêk bînin da ku mafên qurbanîyan werin parastin û maf li xwedîyên wan werin vegerandin.
El-Baba da zanîn ku di dema bê de dê nûçeyên girîng di çarçoveya bicihanîna dadwerîya veguhêz de werin ragihandin. Wî dîyar kir ku ev pêngav encama hewldanên hevbeş ên di navbera wezaretên Hundir û Dadê û Desteya Niştimanî ya Dadwerîya Veguhêz de ne.