Dera-SANA
Hêzên Neteweyên Yekbûyî yên Çavdêrîya Veqetandina Hêzan (UNDOF), duh Yekşemê, gereke meydanî li her du gundên Abidîn û Me’erîyê li gundewarê rojavayê Derayê pêk anîn. Vê gerê gelek kolan û tax li xwe girtin, ku tê de bi hejmarek welatî û xwedîyên dikanên bazirganî re civîyan da ku ji nêz ve haydarî geşedanên rewşa herêmê bibin.
Serokê Şaredarîya Me’erîyê û Abidînê Muwefeq Mehmûd, di daxuyanîyekê de ji nûçegihanê SANAyê re dîyar kir ku dewrîye derbasî gundê Abidînê bûye û li çend kolan û taxên wî gerîyaye, berî ku gera xwe li gundê Me’erîyê berdewam bike.