Şam-SANA
Rêveberê Giştî yê Desteya Veberhênanê ya Sûrîyê Telal El-Hîlalî, bi Balyozê Dewleta Îmaratê li Şamê Hemed Raşid bin Elwan El-Hebsî re, encamên Foruma Veberhênanê ya Sûrî-Îmaratî ya yekem û şopandina proje û fersendên veberhênanê yên ku ji forumê derketine, gotûbêj kirin.
Desteya Veberhênanê bi rêya kanala xwe ya Telegramê îro Duşemê dîyar kir ku di hevdîtinê de geşedana erênî ya di rêça hevkarîya veberhênanê ya her du alîyan de hat nirxandin, bi taybetî piştî ku forumê pêngaveke girîng di xurtkirina dîyaloga aborî de avêt û asoyên berfirehtir ji bo hevbeşîyên di navbera sektorên giştî û taybet ên her du welatan de vekir.
Her wiha her du alîyan mekanîzmayên şopandin û hevahengîya sazûmanî ya hevpar gengeşe kir, bi awayekî ku alîkarîya lezkirina pêkanîna projeyên veberhênanê, xurtkirina jîngeha veberhênanê, berfirehkirina qadên hevkariya aborî û piştgirîkirina hevbeşîyên geşepêdanê yên domdar bike ku xwedî bandoreke erênî û berjewendîya hevbeş in ji bo her du welatên bira.