Hesekê-SANA
Komîteya Bilind a Hilbijartinên Encumena Gel a Sûrîyê îro Çarşemê biryarek derxist ku li gorî wê deh nav li lîsteya dawî ya endamên heyetên hilbijêr ên herêma hilbijartinê ya Qamişloyê ya li parêzgeha Hesekê ku sibehê hatibû weşandin, zêde kirin.
Komîteyê dîyar kir ku biryar li gorî hukmên ragihandina destûrî, û hukmên mersûmê hejmar (66) yê sala 2025an, û hukmên mersûmê hejmar (143) yê sala 2025an hatiye dayîn. Li gorî biryarê, ev navên jêrîn bo lîsteya dawî ya navenda hilbijartinê ya Qamişloyê ya parêzgeha Hessekê têne zêdekirin:
– Eymen Ekrem Silêman
– Bengîn Mele Ebdellah Ebdulqadir
– Dilyar Welîka
– Sîpan Îbrahîm Ehmed
– Ebdulqadir Hemê Îlyas
– Ebdulbarî Ebdulrehman Mihemed
– Ebdulrehman Hacî Şêx Elî
– Ednan Hemê Îlyas
– Elî Silêman Yûsif
– Mihemed Şerîf Mihemed Mihemed
Komîteya Bilind a Hilbijartinên Encumena Gel a Sûrîyê îro Çarşemê lîsteya dawî ya endamên heyetên hilbijêr di navendên hilbijartinê yên (Hesekê– Dêrikê– û Qamişlo) yên parêzgeha Hesekê ragihand.
