Heleb – SANA
Ji ber kombûna qebareyeke zêde ya ava tavên xurt ên baranê, beşek ji bendava axî ya li devera “Sîheyê” li bajarokê Cezrayê li gundewarê Helebê yê başûr herifî.
Sazîyên peywendîdar li her du parêzgehên Heleb û Idlibê, tîmên hawarçûnê û makîneyên endezyarîyê ketin rewşa seferberîyê de, da ku bendavan bi hêz bikin û gundên derdorê, wekî Til Toqan û Hemêmat El-Dayir, ji lehîyê biparêzin.
Rêveberîyê hişyarî dan şênîyan ku ji cihên herikîna avê dûr bikevin. Her wiha komîteyeke bersivdayîna awarte ku ji wezaretên Berevanî, Çandinî û Çavkanîyên Avê pêk tê, ji bo kêmkirina zîyanan hat avakirin.