Dera-SANA
Desteya Giştî ya Dergeh û Gumrikan ragihand ku wê amadebaşîya xwe gihandiye asta herî bilind li Dergehê Sînorî yê Nesîb, wek amadekarîyekê ji bo pêşwazîkirina hecîyên Sûrî yên ku bi rêya bejayî vedigerin, ev yek jî di ji ber mercên ewlehîyê yên vêga û piştî rawestandina demkî ya tevgera firokevanîyê li balafirgehên Sûrîyê tê.
Rêveberê Têkilîyan di Desteyê de Mazin Elûş di daxuyanîyekê de îro Duşemê dîyar kir ku ev biryar piştî guherandina rêça geştên taybet bi vegera hecîyan bo Balafirgeha Navneteweyî ya Şahbanû Alya li Urdunê hat. Navborî tekez kir ku hemû kadroyên karker li Dergehê Nesîb di nava 24 saetan de ketine rewşa amadebaşîyê ji bo dabînkirina derbasbûna hecîyan, û pêşkêşkirina hemû hêsankarîyên pêwîst ji bo misogerkirina gihîştina wan bi hêsanî û aramî.
Elûş destnîşan kir ku tê çaverêkirin nêzîkî 700 hecî di du geştên ku êvara îro ji nû ve hatine plankirin bigihêjin, û dîyar kir ku Desteyê hinek rêkarên rêxistinî û xizmetguzarîyê ji bo lezkirina qedandina miameleyan girtine, da ku baştirîn şert û mercên pêşwazîkirinê peyda bike.