Tartûs – SANA
Bendera Tartûsê îro Sêşemê du keştîyên tranzîtê yên ji Romanyayê hatine, ku nêzîkî 32 hezar serî pez û golik hildigirin, pêşwazî kirin. Barê keştîya yekem 16500 serî û ya duyem jî 16 hezar serî sewal li xwe digire, û biryar e ku bi rêya bejayî ber bi Urdinê ve bên veguhastin.
Serokê Daîreya Tenduristîya Heywanan Muhened Qedûr, serperiştîya valakirina bar û encamdana kontrolên beyterî kir da ku silametîya wan ji nexweşîyan garantî bike. Di navbera Gumrik, Çandinî û Rêveberîya Benderê de hevahengî hat kirin da ku rê bidin barkirina heywanan li ser barhilgiran û şopandina rêya tranzîtê heta cihê wan ê dawî.
Emînê Gumrikê Rîyad Cûdî tekez kir ku ev bûyer nîşana zêdebûna bawerîya kompanyên herêmî bi benderê ye wekî navendeke lojîstîk a ku piştgirîya aborîya niştimanî dike. Ev çalakî piştî pêşwazîkirina barekî Berazîlî yê ber bi Iraqê ve di 27ê Cotmeha borî de tê, ku amadebaşîya benderê nîşan dide.








