Hema-SANA
Komela Sûrîyê ya hespên Erebî yên resen bi hevkarîya Yekîtîya Hespsiwarîyê û Rêveberîya Hespan, pêşbirka Xula duyem li meydan Yaneya Hespsiwarîyê li bajarê Hemayê bi beşdarîya 100 hespî ji parêzgehên Sûrîyê yên cuda li dar xist.
Pêşbirkê deh gerên tijî kelecan di nav amadebûneke cemawerî ya berfireh de dîtin, ku Rêveberê Werziş û Ciwanan li Hemayê “Mekrem Kîlanî” tekez kir ku mêvandarîya van pêşbirkan cihê qedirbilind û kevn a werzişa Hespsiwarîyê li parêzgehê nîşan dide, û destnîşan kir ku kar ji bo pêşxistina vê werzişê û piştgirîkirina xwedîkeran berdewam e.

Ji alîyê xwe ve, Serokê Yaneya Hespsiwarîyê li Hemayê “Mihemed Şêx El-Xename” bal kişand ser hêza pêşbirkê di deh geran de, yên ku bi xelatkirina hespên serkeftî di pileyên yekem de bi dawî bûn, û tekezî li ser rola yaneyê di belavkirina çanda Hespsiwarîyê û birêvebirina xulên perwerdehîyê ji bo nifşên nû kir.




