Gundewarê Şamê-SANA
Îro Yekşemê, Hêzên Îsraîla dagîrker dubare derdora bajarokê Beyt Cinê li gundewarê Şamê yê rojava topbaran kir.
Nûçegihanê SANAyê dîyar kir ku hêzên dagîrkerîyê heft top avêtin devera Til Herbûnê ya li rojavayê bajarokê Beyt Cinê, bêyî ku tu agahî derbarê birîndaran de werin tomarkirin.
Îsraîla dagîrker duh Şemîyê jî bi topekê devera Eyn El-Şe’rayê li bakurê bajarokê Beyt Cinê armanc kiribû; ku di nav zevîyên çandinîyê de ket, her wiha pêr Înê derdora baxcê Beyt Cinê û Tel Bat El-Werde li nêzî bajarokê Beyt Cinê bi hejmarek topan armanc kiribûn.