Gundewarê Şamê-SANA
Sazîya Giştî ya Niştecihkirinê, 380 xanî radestî kesên ku berê navê xwe qeyd kiribûn û girêbestên xwe di projeya “Berfirehkirina Taxa Qudseyayê” de li gundewarê Şamê îmze kiribû kirin. Ev gav di çarçoveya bizavên berdewam ên sazîyê de ye, yên ji bo pêkanîna planên xwe û radestkirina xanîyan bo kesên ku mafê wan ê wergirtinê heye.
Wezareta Karên Giştî û Niştecihkirinê ya Sûrîyê, îro Çarşemê bi rêya kenala xwe ya Telegramê eşkere kir ku proseya radestkirinê di çarçoveya projeya Xanîyên Ciwanan de ye, ya ku sazî bi hevkarîya ligel Kompanya Sûrî ya Avakirin û Avahîsazîyê û hejmareke kompanyên kerta giştî û ya taybet bi cih tîne, bi awayekî ku alîkarîya lezkirina temamkirin û cîbicîhkirina projeyên niştecîhbûnê û radestkirina wan ji bo hemwelatîyan bike.
Di proseya radestkirinê de, Alîkarê Wezîrê Karên Giştî û Niştecihkirinê ji bo Karên Idarî û Veberhênanê Wehîd ʼUbeyd, Rêveberê Giştî yê Sazîya Giştî ya Niştecihkirinê Temmam Dubel, û Alîkarê Parêzgarê Gundewarê Şamê Ebdillah El-Xetîb beşdar bûbûn.