Şam-SANA
Rêveberîya Nehiştina Madeyên Hişbir ragihand ku di operasyoneke ewlehîyê ya li devera El-Nebekê ya Gundewarê Şamê, hewldana qaçaxçîtîya barekî madeyên hişbir ku ji Libnanê dihat hat pûçkirin.
Rêveberîyê bi rêya kanala xwe ya Telegramê da zanîn ku ev operasyon piştî şopandin û çavdêrîyeke hûrbîn hat encamdan û di encamê de kesê bi navê (K. M.) hat girtin û 850 hezar hebên hişbir hatin desteserkirin.
Rêveberîya Nehiştina Madeyên Hişbir li dawîyê anî ziman ku barê madeyên hişbir bi temamî hat desteserkirin. Di heman demê de lêpirsîn bi kesê girtî re berdewam dikin da ku hevkar û kesên din ên tawankar werin eşkerekirin, berî radestkirina wî ji bo dadgeha peywendîdar da ku rêkarên yasayî yên pêwîst li dijî wî bên wergirtin.





