Gundewarê Şamê-SANA
Dergehê sînorî yê Cedîdet Yabûsê yê bi Libnanê re, tevger û qerebalixîyeke mezin a welatîyên Sûrî dibîne ku ji bo bêhnvedana Cejna Qurbanê di nav malbat û xizmên xwe de derbas bikin vedigerin Sûrîyê, ev yek jî di nav hêsankarîyên mezin ên rêveberîya dergeh de tê kirin.
Serokê beşa Têkilîyên Giştî li dergeh Mihemed El-Qasim ji nûçegihanê SANAyê re tekez kir ku rêveberîya dergeh û kadroyên wê hewl didin hemû karûbaran hêsan bikin, da ku derbasbûn bi lez û rêkûpêk be. El-Qasim dîyar kir ku ji nav hêsankarîyên hatine pêşkêşkirin; sepandina biryara Desteyê ya derbarê efûkirina otomobîlên Sûrî ji bacên gumrikê, her wiha dirêjkirina dema mayîna otomobîlan ji 15 rojan bo du mehan.
Ji alîyê xwe ve, hejmarek ji kesên hatî kêfxweşîya xwe ji asta xizmetên li dergeh dîyar kirin. Îbrahîm El-Medlûş pesnê hevkarî û pêşwazîya baş a karmendên dergeh da, her wiha Nesrîn Sincab jî bal kişand ser germîya pêşwazîyê û biryara efûkirina otomobîlan ji baca derbasbûnê.




