Şam-SANA
Kompanîya Giştî ya Çêkirin û Firotina Çîmento û Kelûpelên Avakirinê “Umran”, ragihand ku ew Kargeha Çîmentoyê ya Edrayê li gundewarê Şamê ji bo veberhênanê pêşkêş dike. Ev veberhênan li gorî şêwazên Hevbeşîya Sektora Giştî û Taybet (PPP) û pergala (BOT) bi rêya peymanên demdirêj an demdîyarkirî tê encamdan.
“Umran” dîyar kir ku belgeyên pêwîst ev in: Belgenameyên karên berê, profîlê kompanîyê, belgenameya teknîkî, belgenameya darayî tevî plana veberhênanê, û destnîşankirina para kompanîyê ji hilberînê û demname.
Li gorî belavokê, pêşnîyara herî guncaw ji alîyê komîteyên pispor ve û bi rêya mekanîzmeya girêbesta rasterast tê hilbijartin, û 60 roj wekî dem ji bo pêşkêşkirina planên herî baş ên kar tê dîyarkirin. Kompanîyê tekez kir ku ev gav aborîya neteweyî bihêz dike û dihêle berhem bi kalîteyeke baş çêbibe, û mal û milkên giştî parastî bimînin.