Washington-SANA
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), îro Sêşemê, hişyarîyeke nû bo welatîyên xwe yên ku dixwazin rêwîtîyê ber bi herêma Rojhilata Navîn ve bikin belav kir, li jêr sîya zêdebûna alozîyan û destpêkirina nû ya lêdanên Washingtonê li dijî Îranê.
Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyanîyekê de ku li ser platforma Xê belav kiriye got: «Rewşa ewlehîyê li Rojhilata Navîn hîn jî aloz e û texmîn heye ku gurbûneke pêşbînînekirî çêbibe» Wezaretê bang li Amerîkîyên li herêmê ne kir ku gelekî baldar bin, û bizanin ku pêkan e geştên esmanî betal bibin, qada esmanî were girtin û astengî di tevgera rêwîtîyê de derkevin.
Wezaretê hişyarî da derbarê ihtimala ku Îran û komên bi ser wê ve, berjewendîyên Amerîkayê yên li derveyî welat an cihên têkildarî wê û hevwelatîyên wê li seranserî cîhanê, di nav de şirket û sazîyên Amerîkayê, bikin armanc.
Amerîka ji ber Zêdebûna Alozîyan Hişyarîyê Dide Welatîyên Xwe derbarê Rêwîtîya ber bi Rojhilata Navîn ve