Paytextên Cîhanê-SANA
Îsraîl û Amerîkayê îro Şemîyê, êrîşeke esmanî ya hevbeş birin ser Îranê û bi dehan cih û baregehan li Tehrana paytexta Îranê û bajarên din kirin armanc. Ji alîyê xwe ve Îranê ragihand ku wê bi dehan moşekên balîstîk bersiva vê êrîşê daye û ber bi Îsraîlê ve avêtine.
Dezgehên medyayê ji ser zarê berpirsekî Îsraîlî veguhestin: “Me dest bi êrîşeke pêşwext li dijî Îranê kir.” Her wiha berpirsekî Amerîkî eşkere kir ku hêzên esmanî yên Amerîkayê beşdarî lêdanên li ser Îranê bûne.
Di vê çarçoveyê de, ajansa Reutersê ji zarê berpirsekî Îranî veguhest ku Tehran xwe ji bo “bersiveke têkder” amade dike. Paşê medyayên Îranî ragihandin ku bi dehan moşekên balîstîk ber bi Îsraîlê ve hatine avêtin.