Wașington–SANA
Artêşa Amerîkî ragihand ku wê bi serfirazî derbeyên nû li dijî Îranê pêk anîne, û navendên fermandarîya leşkerî û embarên depokirina dronan armanc kirine.
Fermandarîya Navendî ya Amerîkî (CENTCOM) got: “Hêzên wê şeva sêzdem a li pey hev a derbeyên li dijî Îranê bi serfirazî temam kirine, û navendên fermandarîya leşkerî yên Îranê, embarên dronan, torên peywendîyan, navendên çavdêrîya peravê û şîyanên deryayî armanc kirine, da ku gefa ku Îranê li ser deryavanên sivîl û keştîyên bazirganîyê yên ku di Tengava Hurmuzê re derbas dibin, kêm bikin”.
Fermandarîyê tekez kir ku rêya avî ya navneteweyî tevî êrîşên Îranê yên dawî, hîn jî li pêş tevgera derbasbûnê vekirî ye, û keştîyên bazirganî bi piştgirîya hêzên Amerîkî bi azadî di tengavê re derbas dibin.