Şam-SANA
Piştî rizgarkirinê û destpêkirina geştên esmanî yên di navbera Sûrîye û Rûsyayê de, yekem geşta Hêlên Esmanî yên Sûrîyê ji Moskowê gihîşt Balafirgeha Navdewletî ya Şamê.
Serokê Sazîya Giştî ya Balafirvanîya Sivîl û Veguhastina Esmanî Omer El-Huserî, ji bo SANAyê dîyar kir ku: “Hêlên Esmanî yên Sûrîyê hebûna xwe li ser nexşeya balafirvanîya herêmî û navdewletî vedigerîne”.
El-Huserî destnîşan kir ku sazî kar dike da ku Sûrîyê ji nû ve bi cîhanê ve girê bide, bêtir geştên rasterast veke û vebijarkên berfirehtir ên geştê ji bo welatîyan dabîn bike.
Ev yek di çarçoveya planeke giştî de tê kirin ji bo berfirehkirina tora xebatê û xurtkirina girêdana esmanî.
Navborî her wiha dîyar kir ku di dema pêş de Hêlên Esmanî yên Sûrîyê dê ber bi gelek cihên herêmî û navdewletî ve vegerin, di nav de cihên nû yên Ewropî ku dê li pey hev werin eşkerekirin.