Şam-SANA
Dadgeha Tawanan a Çarem li Koşka Dadwerî ya li Şamê îro Sêşemê, rûniştina xwe ya pêncemîn pêk anî, ji bo ku li ser doza ku li dijî Atif Necîb hatiye vekirin bisekine, yê ku bi pêkanîna tawanên li dijî gelê Sûrîyê tê tometbarkirin. Ev yek bi amadebûna hejmarek ji xizmên qurbanîyan ên ji parêzgeha Derayê, endamên Desteya Niştimanî ya Dadwerîya Veguhêz, û nûnerên rêxistinên hiqûqî û mirovî yên navneteweyî bi rê ve çû.
Dadwer Fexredîn Mustefa El-’Eryan serokatîya rûniştinê kir, û her du şêwirmend Ebdulhemîd Mihemed El-Hemûd û Husam Hisên Ebdulrehman beşdarî endamtîya wê bûn, bi amadebûna nûnerê Dozgerîya Giştî dadwer Umer Mihemed El-Radî.
Guhdarîkirina li Gotinên Şahidên Mafê Giştî
Rûniştina ku bi rengekî girtî pêk hat, ji bo guhdarîkirina li gotinên şahidên mafê giştî hatibû veqetandin, ku li wir şahidan îfadeyên xwe li pêşberî desteya dadgehê dan, û di çarçoveya rêkarên selmandina dadwerî de, şahidîyên xwe rûbirûyî tometbar kirin, bi awayekî ku dîtina dadgehê derbarê rûdan û tometên ku pê tê tometbarkirin li gorî rêgezên qanûnî xurt bike.
Dadgehê rûniştina xwe bi bipaşxistina dîtina li dozê bo bîst û yekê vê Tîrmehê bi dawî kir, ji bo temamkirina rêkarên dadwerî.

