Şam-SANA
Serokê Desteya Giştî ya Balafirvanîya Sivîl û Veguhastina Asmanî li Sûrîyê, Omer El-Huserî, tekez kir ku erêkirina Encumena Wezîran a Erebistana Siûdî li ser memoranduma têgihiştinê ya hevkarîyê di qada balafirvanîya sivîl de, bingehê qonaxeke nû ya hevkarîya sazûmanî di sektora veguhastina asmanî di navbera her du welatan de datîne.
El-Huserî di daxuyanîyekê de li ser hesabê xwe yê platforma “X”ê îro Çarşemê dîyar kir ku ev gav “guherîneke bingehîn” di rêça peywendîyên dualî de nîşan dide, û beşdarî xurtkirina girêdana asmanî di navbera Sûrîye û Siûdîyê de dibe.
Navborî bal kişand ser amadebaşîya desteyê ji bo xebat û hevahengîya bi alîyê Siûdî re da ku xalên memoranduma têgihiştinê werin çalakkirin û veguherandin bo bernameyên cîbicîkirinê yên pratîk. Ev yek dê di xurtkirina hevahengî û hevrêzîya dualî û pêşxistina sektora balafirvanîya sivîl li Sûrîyê û piştgirîkirina geşepêdana wê de bibe alîkar.