Paytextên Erebî -SANA
Nerazîbûna welat û alîyên Erebî li hemberî herdu teqînên ku li nêzî Wezareta Geştyarîyê li Şamê pêk hatin berdewam kirin, di heman demê de piştgirîya ji bo Sûrîyê hat piştrastkirin.
Sekreterê Giştî yê Encumena Hevkarîya Kendavê Casim Mihamed El-Bidêwî herdu teqîn şermezar kirin. El-Bidêwî di daxuyanîyekê de li ser malpera Encumena Kendavê helwesta xwe ya neguhêr di redkirina hemû cureyên terorê de nîşan da û tekezî li ser pêwîstîya yekkirina hewldanên herêmî û navneteweyî kir ji bo jinavbirina terorê û ziwakirina çavkanîyên wê, bi awayekî ku beşdarî xurtkirina ewlehî û aramîyê bibe.
Ji hêla xwe ve, Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî redkirina xwe ji bo her hewldaneke têkbirina ewlehî û aramîya Sûrîyê dîyar kir. Di daxuyanîyekê de ku ajansa “WAS”ê veguhastîye, hat gotin: “Erebistana Siûdî êrîşa terorîstî ya tirsonek li ser Şama paytexta Sûrîyê bi tundî şermezar dike, ku di encamê de hejmarek ji hêzên ewlehîyê û sivîlan birîndar bûn dema ku hewl didan herdu bombeyên ku ji alîyê şaneyeke terorîst ve hatibûn çandin pûç bikin.”
Her wiha, Wezareta Derve ya Qeterê di daxuyanîyekê de li ser platforma (X)ê “helwesta Qeterê ya neguhêr di redkirina tundûtûjî û terorê de bi her hincet û sedemê” nîşan da û hevkarîya xwe ya tam û rawestana li kêleka Sûrîyê û piştgirîya ji bo hemû pêngavên ku ji bo parastina ewlehîyê tên avêtin, anî ziman.
Wezareta Derve ya Kuwêtê jî di daxuyanîyekê de helwesta welatê xwe ya neguhêr di redkirina hemû cureyên tundûtûjî û terorê de nîşan da û piştrast kir ku ew li kêleka Sûrîyê ye di hemû pêngavên ku ji bo parastina ewlehî, aramî û silametîya gelê xwe diavêje.
Ji alîyê xwe ve, Wezareta Derve ya Omanê di daxuyanîyekê de li ser platforma (X)ê hevkarîya xwe bi Sûrîyê re di rûbirûbûna her tiştê ku zirarê bide ewlehî û aramîya wê nîşan da û helwesta xwe ya neguhêr di redkirina tundûtûjî û terorê de bi hemû rengên wê dûpat kir.
Di heman çarçoveyê de, Berdevkê Fermî yê Serokatîya Filistînê Nebîl Ebû Ridêne, wekî ku ajansa “Wafa” veguhastîye, tekez kir ku Filistîn, bi serokatî û gelê xwe, li kêleka Sûrîyê ye di rûbirûbûna her tiştê ku ewlehî, aramî û yekparçebûna xaka wê armanc digire û hemû cureyên teror û tundûtûjîya ku sivîlên bêguneh li her derê dikin armanc red dike.