London-SANA
Wezîrê Perwerde û Hîndekarîyê Mihemed Ebdilrehman Tirko û Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî Merwan El-Helebî, ligel Wezîrê Perwerdeyê yê Azerbaycanê Emîn Emrûlayêv û şanda pê re, xurtkirina hevkarîyê gotûbêj kirin. Ev hevdîtin li kêleka “Foruma Cîhanî ya Perwerdeyê 2026” li Londona paytexta Brîtanyayê pêk hat.
Wezîr Tirko destnîşan kir ku hevkarîya di navbera Sûrîyê, Azerbaycan û ISESCOyê de wekî nimûneyeke serkeftî ya hevkarîya perwerdeyê ye. Her wiha dîyar kir ku vêga gotûbêj ji bo nûjenkirina (100) dibistanan têne kirin, ku di nav wan de dibistanên li bajarê Helebê jî hene.
Ji alîyê xwe ve, Wezîrê Xwendina Bilind kûrahîya peywendîyên dualî yên her du welatan û giringîya pêşxistina hevkarîyê di warên xwendina bilind û perwerdeyê de tekez kir, ligel girêdana encamên perwerdeyê bi bazara kar û pêdivîyên derçûyan re.