Şam-SANA
Wezîrê Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan Raid El-Salih, peymaneke hevkarîyê bi Wezîrê Navxwe yê Federal ê Almanyayê Alexander Dobrindt re îmze kir, bi armanca xurtkirina hevkarîyê di warê parastina ji karesatan û baştirkirina şîyanên bersivdayîna bilez û bi bandor ji bo rewşên awarte li Sûrîyê.
Ev peymana ku duh înê li Berlînê hat îmzekirin û kopîyeke wê gihîşt SANAyê, li ser wê yekê ye ku Ajansa Federal a Almanyayê ji bo Alîkarîya Teknîkî (THW) piştgirîyê bide alîyê Sûrî bi rêya baştirkirina amûrên xizmetên awarte û jinûveavakirina navendên fermandarîyê.
Her wiha armanca vê peymanê xurtkirina bawerîya welatîyên Sûrî bi sazîyên hikûmetê ye, û piştgirîkirina hewlên jinûveavakirinê li ser erdê.
Li gorî peymanê, projeya hevkarîya hevbeş ji alîyê Wezareta Derve ya Almanyayê ve tê fînansekirin û sûdê ji ezmûnên berê yên ajansê di cîbicîkirina projeyên hevawa de li gelek welatan wekî Urdun, Tunis û Iraqê werdigire.

