Eman-SANA
Serokwezîrê Urdunê Ce’fer Hesan tekezî li ser giringîya çalakkirina peymanên hevkarîyê yên ku îro Sêşemê bi Sûrîye û Tirkîyê re hatine îmzekirin kir. Her wiha bal kişand ser danîna mekanîzmayên zelal ji bo bicihanîna projeyên hevbeş û pevguhertina pisporan di warên cuda yên veguhastinê de, bi awayekî ku xizmeta berjewendîyên aborî yên hevbeş bike.
Ajansa nûçeyan a Urdunê “Petra” ragihand ku Hesan pêşwazî li Wezîrê Veguhastinê yê Sûrîyê Ye’rub Bedir û Wezîrê Veguhastinê yê Tirkîyê Ebdulqadir Uraloglu kir, bi amadebûna Wezîrê Veguhastinê yê Urdunê Nîdal El-Qetamîn. Di hevdîtinê de tekezî li ser giringîya civîna sêalî ya li Emanê hat kirin, wekî gavekê ber bi xurtkirina hevkarîya herêmî di sektorên veguhastina bejayî û deryayî, bazirganî, xizmetguzarîyên lojîstîk û girêdana bi rêyên hesinî de.
Wezîrên veguhastinê civîneke sêalî pêk anîbû, ku tê de peyman û memorandumên lihevkirinê ji bo xurtkirina hevkarîyê di warên veguhastina bejayî, rêyên hesinî (trên), asmanî û deryayî di navbera her sê welatan de hatin îmzekirin.