SANA – Şam
Serok Ehmed El-Şeri’ tekez kir ku ew nûçeyên ku belav bûne û dibêjin hêzên Sûrîyê derbasî axa Libnanê bûne, ji rastîyê dûr in. Serok El-Şeri’ ev gotina xwe di dema pêşwazîkirina şandeke rîspî û kesayetên gundewarê Şamê de got. Di hevdtînê de geşedanên herêmî û navxweyî yên herî dawî jî hatin behskirin.
Derbarê dosyayên sînorî yên hevbeş di navbera her du welatan de, Serok El-Şeri’ anî ziman ku mijara dîyarkirina sînor ligel Libnanê di dema niha de ji bo rêveberîya Sûrîyê ne pêşgavîyek e.
Serok El-Şeri’ sedema vê helwestê vegerand bo wan şert û mercên awarte û aloz ku alîyê Libnanî tê de derbas dibe, nemaze qeyran û koçberîya navxweyî ku bi qasî mîlyon û 500 hezar kesî tê texmînkirin.